Dinya

MÎTê di operasyona li Sûriyeyê da Rebaniyê qaşo berpirsiyarê eyaletê yê PKK/YPGyê berteref kir

Ferdi Türkten  | 12.08.2022 - Rojanekırın : 13.08.2022
MÎTê di operasyona li Sûriyeyê da Rebaniyê qaşo berpirsiyarê eyaletê yê PKK/YPGyê berteref kir

Ankara

 Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) 6ê Tebaxê li Qamişloya herêma Sûriyeyê di operasyonê da Yusif Mehmûd Rebaniyê (bi nasnavê Rêzan Cawid) ji Îranê yê ku qaşo berpirsiyarê giştî yê eyaleta Amûdê-Dirbêsiyê yê PKK/YPGya rêxistina terorê ye berteref kir.

Li gor agahiyan MÎTê tesbît kir ku Yusif Mehmûd Rebaniyê dema qaşo berpirsiyarê eyaleta Heftanînê yê PKKyê bû telîmata êrîşên dijî Hêzên Artêşa Tirkiyeyê daye çûye Sûriyeyê ye.

MÎTê piştî lêkolînan operasyon kir û di operayonê da tevî Yusif Mehmûd Rebanî, Mezlûm Esadê (bi nasnavê Ruhaz Amûdê) yê ku qaşo berpirsiyarê îstihkamê yê giştî yê eyaleta Amûdê-Dirbêsiyê ye, berteref kir.

- Di nava PJAKa şaxa Îranê ya PKKyê da maye

Yusif Mehmûd Rebaniyê di salên 1990î da tevlî PKKyê bûye di sala 2010an da di nava "Kordînasyona Komîteyê" da ku qaşo rêvebiriya payebilind ya PJAKê ye weke berpirsiyar cî giritye.

Rebanî di sala 2014an da piştî konferansa li Qendîla herêma Iraqê hat kirin weke hevserokê avakir yê Kongreya Demokrasî û Azadiyê ya Rojhilatê Kurdistanê hatiye hilbijartin û di heman salê da jî di nava endamên avakir yê Konseya Eskerî ya HPGyê ya şaxa eskerî ya PKKyê da cî girtiye.

Di sala 2018an da Rebanî beriya herekatên Pençeyê qaşo weke berpirsiyarê eyaleta Heftanînê yê HPGyê li Heftanînê gelek êrîşên dijî Hêzên Artêşa Tirkiyeyê organîze kiriye.

Rebanî di sala 2021ê da qaşo weke berpirsiyarê giştî yê eyaleta Amûdê-Dirbêsiyê tê wezîfedarkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.