Muhammed Emin Canik
30 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2026
Misrê daxuyand şewata ku di 2 keştiyên li Bendera Dîmyatê da çêbûn, ji ber êrîşa balafira bêmirov ya kamîkazeyê (ÎHA) pêk hatin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Lijneya Wezîran a Misrê da hat gotin, bi meqamên mijarê ra eleqedar in ra der barê şewata ku di 2 keştiyên li Bendera Dîmyatê çêbûn da lêkolîna ewil hat kirin.
Hat daxuyandin li gor lêkolînan, şewat ji ber êrîşa ÎHAyê ya kamîkazeyê çêbûn.
Hat gotin kesî berpirsyariya êrîşê hilnedaye ser xwe û lêpirsînên der barê bûyerê da dewam dikin.
Wezareta Neftê ya Misrê duh daxuyandibû ku di 2 keştiyên çêkirina xazê û depokirinê yên li Bendera Dîmyatê da şewat çêbûn.