Esat Fırat
28 Hezîran 2026•Rojanekirin: 28 Hezîran 2026
Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê (AMŞÎ) daxuyand ku wekî bersivdayîna êrîşên dawî yên ku Amerîkayê anîn ser Îranê, wan bi moşek û wesayîtên esmanî yên bêfirokevan (ÎHA) êrîşî baregehên eskerî yên Amerîkayê yên li Kuweyt û Behreynê kir.
Li gor nûçeya IRNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê, AMŞÎyê daxuyanî da û diyar kir, hêzên behrê û esmanî yên artêşê "bersiveke biryardar" da êrîşên dawîn ên Amerîkayê.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku hêzên wan li Kuweyt û Behreynê bi tevahî 8 tesîsên eskerî yên girîng ên Amerîkayê hatin lêxistin.
Li gor daxuyaniyê ev operasyon wekî bersivdayîna êrîşên dawî yên ku rêvebiriya Washingtonê anîn ser Îranê hat kirin.