Dinya

Digel berfê li Îrpîna bajarê Ukraynayê texliyekirin didome

Mehmet Tosun  | 08.03.2022 - Rojanekırın : 09.03.2022
Digel berfê li Îrpîna bajarê Ukraynayê texliyekirin didome

Ankara
 

Digel berfê li Îrpîna bajarê Ukraynayê texliyekirin didome

Rûsyayê ji bo 5 bajarên Ukraynayê agirbesta berwext îlan kir û li ser vê jî ji bajarê Îrpîna nêzî Kîve texliyeya sivîlan dest pê kir. Şêniyên Ukraynayê digel sir, seqem û barîna berfê hewl didin derbas Kîevê û ji wê derê jî derbasî herêmên ewle bibin.

Li gorî saeta herêmî agirbest di 10.00î da ket rewacê û şêniyên li Îrpînê ne jî ber bi pireya hilweşiyayî va hatin û qelebalixî zêde bû. Pire ji alî hêzên Ukraynayê va bi armanca ku bila eskerên Rûsyayê nikaribin derbasî alî Kîevê bibin hatibû hilweşandin.

Tevlî kal, pîr, jin û zarokan bi sedan welatiyên Ukraynayê di nav berf û hewaya sar da li bin pireyê sekinîn.

Sivîlên heta herêmê meşiyabûn di bin pireya ku hêzên Ukraynayê xera kiribû da ji ser texteyên danîn ra derbasî alî hember bûn.

Ji ser pireyê kal, pîr, jin û zarok bi zehmetî derbas dibin û ji ber berf û hewaya sar jî texliyekirin zehmet dibe.

Şêniyên ji cî, war, mal û milkên xwe bûne hestyar dibin û pir li ber xwe dikevin û hêstiran dibarînin.

Hêzên Ukraynayê ji bo "sabotajvanên Ûris" di nav sivîlan da derbasî alî Kîevê nebin di dema texliyekirinê da li nasname û pasaportan mêze dike.

Sivîlên ji kontrolê derbas dibin li otobusan siwar dibin ber bi herêmê ewletir va tên şandin.

Piştî êrîşên Rûsya dibe ser Ukraynayê gelek mexdûrên şer ên dixwazin ji Ukraynayê derkevin ji Sîreta Deriyê Sînor ê li bajarê Suceavayê ra derbasî Romanyayê dibin.

Piştî rêwîtiya gelekî li ber xwe dide welatiyên Ukraynayê digihîjin herêma sînor, piştî karûbarên fermî jî derbasî Romanyayê dibin.

Zarokên mexdûrên herî mezin ên şer ligel sir û sermayê bi kîlomêtroyan dimeşin bi malbatên xwe ra ji seriyê sînor ra derbasî Romanyayê dibin.

Ekîbên Serokatiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) li Sîreta Deriyê Sînor amûrên alîkariya mirovahiyê li sivîlan belav idkin.

Li herêmê berfeke zêde dibare, ev jî ji bo Ukraynayiyên ji şer direwin şert û mercan zehf zor dike, ekîbên alîkariya mirovahiyê jî di şertên zor da xebatên xwe didomînin.

NYyê ragihand, hejmara penaberên derbasî welatên cîran bûn gihîşt 2 milyonî

Filippo Grandiyê Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, hejmara penaberên derbasî welatên cîran bûn gihîşt 2 milyonî.

Grandi di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê da der heqê sivîlên ku ji ber şerê Rûsya-Ukrayayê ji 24ê Sibatê vir va ji cih û warên xwe bûn da agahî da.

Grandi wiha got, "Îro hejmara penaberên ku ji Ukraynayê derketin digihîje du milyonî. Du milyon."

Li gorî daneyên NYyê, ji nîvî zêdetir penaberên Ukraynayî derbasî Polonyayê bûn. Piştî Polonyayê, Macaristan, Slovakya, Moldova, Romanya, Belarûs û welatên din ên Ewropayê tên.

Komîseriya Bilind a Penaberan a NYyê hişyarî dabû, heger rewş li Ukraynayê aloztir bibe, dibe ku bi qasî 4 milyonî sivîl ji welêt birevin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın