Dinya

Malbata 545 zarokên penaber ên li ser sînorê Amerîka û Meksîkayê ji zarokên xwe veqetiyane nehatin dîtin

Türkan Tosun  | 21.10.2020 - Rojanekırın : 21.10.2020
Malbata 545 zarokên penaber ên li ser sînorê Amerîka û Meksîkayê ji zarokên xwe veqetiyane nehatin dîtin

Ankara

 Hat ragihandin di sala ewil a wezîfeya Serokê Amerîkayê Donald Trump da 545 zarokên penaber ên li ser sînorê Amerîka û Meksîkayê ji malbatên wan hatin veqetandin hê tenê ne lewra malbatên wan nehatin dîtin.

Li bajarê San Diegoyê dozgerekî biryar da ku zarokên ji malbatên wan hatine veqetandin û di bin nezareta hikûmeta Amerîkayê da ne bila bigîhijin malbatên xwe.

Piştî biryara mehkemeyê rayedaran lêkolîn kirin ku malbata 545 zarokên penaber ên di navbera 1ê Tîrmeha 2017an û 26ê Hezîrana 2018an da li ser sînorê Meksîkayê ji malbatên xwe hatine veqetandin bibînin. Lê rayedaran xwe negîhandin malbatên zarokan.

Rêvebiriya Trump ji bo ku rê li ber penaberên Amerîkayiyên Navîn bigire di bihara 2018an da biryarek da. Ji ber vê biryara tund li ser sînorê Amerîka û Meksîkayê rê li ber wan hat girtin. Wê demê di meha hezîranê da ji 2 hezar û 700î zêdetir zarok û malbatên wan ji hev veqetiyan.

Dozgerê Mehkemeya Herêma Federal a Amerîkayê Dana Sabraw biryar da ku zarokên di meha hezîranê ya 2018an da ji malbatên xwe hatine veqetandin bigîhijin malbatên xwe. Li ser biryara wî gelek zarok gihîştin malbatên xwe, lê ji bo havîna 2017an xebat hat kirin û hat tespîtkirin ji 1500î zêdetir zarok ji malbatên xwe dûr in.

Ji bo van zarokan jî xebat hat kirin malbata 485 zarokan hat tespîtkirin, ji nav 1030 zarokan da jî malbata 545 zarokan nehat dîtin.

- Ji zarokan jê 207 ji 5 salî biçûktir in

Hatibû ragihandin ku 1556 zarokên penaber ên di navbera 1ê Tîrmeha 2017an û 26ê Hezîrana 2018an da li ser sînorê Meksîkayê hatine girtin ji malbatên xwe veqetiyane. Ji tîrmeha 2017an pê va jî 5 hezar û 400 zarok ji malbatên xwe veqetiyane.

Parêzer Lee Gelernt doz vekir ku divê ev zarok ji malbatên xwe neyên dûrxistin û bal kişandbû ku di nav 12 mehan da zarokên ji malbatên wan hatine veqetandin zehmetiyê dikşînin ku ji zarokan jê 207 ji 5 salî biçûktir in.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın