Dinya

Malbatên li Hesekê YPG/PKKya zarokên qîzîn direvîne protesto kirin

Mohamad Misto, Eşref Musa, Ethem Emre Özcan   | 27.11.2021
Malbatên li Hesekê YPG/PKKya zarokên qîzîn direvîne protesto kirin

Tel Abyad

Malbatên li Hesekeya bajarê Sûriyeyê bi YPG/PKKya rêxistina terorê ku zarokên qîzîn revandine û tevlî qadroya "zarokên şervan" kiriye, protesto kirin û xwestin ku bila rêxistin zarokan berdin.

Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî hilda terorîstên YPG/PKKyê ji bo tevlî qadroya "zarokên şervan" bike di 21ê Mijdarê da li navçeya Amûdê zarokên qîzîn revandibûn û malbatên zarokan jî li navenda navçeyê çalakî kirin. Di çalakiyê da malbatan xwest ku bila zarokên wan ên ji alî rêxistina terorê va hatine revandin bên berdan.

Di dîmenên ji ser medyaya civakî hatin weşandin da protestovanan dowîzên li serê "Biçûkên me xilaskarên pêşeroja me ne" nivîsî bû.

Di dîmenan da Sabaha ku dayika Hediye Entera hatiye revandin got: "Qîza min a dixwend hildan û birin. Ev çawa edalet e? Kes guhê xwe nade me û pesê bi me nake. Bila ew (YPG/PKK) zarokên xwe bibin. Vê layiqê me dibînin, bes e êdî em ji we aciz bûne."

Terorîstên YPG/PKKya rêxistina terorê di 21ê Mijdarê da ji bo qadroya xwe ya "zarokên şervan" li Amûdêya navçeya Hesekê Hediye Evdirehman Enter, Evîn Celal Xelîl û Ayana Îdris Îbrahîm a di 2006an da hatine dinyayê revandibûn û dîl girtibûn.

Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Muxalif ên Sûriyeyê û Eniya Niştimanî ya Kurd ên Sûriyeyê danezanek weşandin û YPG/PKKya rêxistina terorê ku 3 keçikên 15 salî revandibûn şermezar kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın