Dinya

Mîrê Qeterê Al Sanî û Serokê HKIyê Barzanî li ser xurtkirina tevkariyê hevdîtin kir

Serdar Bıtmez, Halime Afra Aksoy   | 17.10.2021
Mîrê Qeterê Al Sanî û Serokê HKIyê Barzanî li ser xurtkirina tevkariyê hevdîtin kir

Doha

 Mîrê Qeterê Şêx Temîm bîn Hamed Al Sanî û Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî li ser tevkarî û mijarên hevpar ên girîng sekinîn.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Dîwana Mîrektiyê hat dayîn, Mîrê Qeterê Al Sanî û Serokê HKIyê Barzanî li paytext Dohayê hatin bal hev.

Di civînê da li ser rêyên xurtkirina têkiliyên her du aliyan sekinîn û mijarên hevpar ên girîng guftûgo kirin.

Barzanî di çarçoveya ziyareta xwe ya Dohayê da duh bi Wezîrê Karên Derva yê Qeterê Mihemed bîn Ebdurrehman ra jî rûniştibû.

Der barê dema ziyareta Serokê HKIyê Barzanî da agahî nehat dayîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın