Li Îtalyayê jimara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin derket 32 hezar û 785an
Li Îtalyayê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin di 24 saetên dawîn da ji bilî Herêma Lombardiyayê 50 zêde bû û derket 32 hezar û 785an.
Roma
Saziya Parastina Sivîlan agahiyên dawîn ên der barê şewba Kovîd-19ê da bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand.
Li gor daxuyaniyê jimara waqieyên Kovîd-19ê yên aktîf ên li welêt 1158 kêm bû û daket 56 hezar û 594an. Jimara kesên ku heta îro Kovîd-19 geriyayê jî bû 229 hezar û 858.
Jimara başbûyiyan îro 1639 zêde bû û derket 140 hezar û 479an.
Jimara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin di 24 saetên dawîn da ji bilî herêmekî 50 zêde bû û derket 32 hezar û 785an.
Li tevahiya welêt heta îro 3 milyon û 474 hezar û 12 test hatin kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.