Dinya, Koronavîrus

Li Îranê nexweşekî 100 salî yê bi vîrusa koronayê ket, baş bû

Li Elburza eyaleta Îranê mêrikekî 100 salî yê ku bi şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketibû piştî hat tedawîkirin baş bû û ji nexweşxaneyê derket.

Türkan Tosun  | 09.04.2020 - Rojanekırın : 10.04.2020
Li Îranê nexweşekî 100 salî yê bi vîrusa koronayê ket, baş bû

Ankara

Li gor Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî (ISNA), Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê ya Elburzê daxuyand mêrikekî 100 salî yê ku bi şewba vîrusa koronayê ketibû li Nexweşxaneya Sarallahê tedawî bû û baş bû.

Der barê nasname û tedawiya nexweş da berfirehî agahî nehat dayîn, lê hat gotin ev kesê herî temendirêj e ku li eyaleta Elburzê vê şewbê ketiye.

Li Îranê demek berê jî du nexweşên 102 û 106 salî bi Kovîd-19ê ketibûn û paşê baş bûbûn.

Li Welêt cara ewil di 19ê Sibatê da li bajarê Qumê vîrusa koronayê hatibû dîtin.

Ji duh vir va li Îranê 3 hezar û 993 kes ji ber vîrusa koronayê mirin, 64 hezar û 586 kes jî bi vîrusê ketin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın