Li Îranê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin derket 7 hezar û 797an
Li welêt hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin di 24 saetan da 63 zêde bû, derket 7 hezar û 797 kesan
Istanbul
Li Îranê hejmara kesên ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin 63 kes zêde bû û derket 7 hezar û 797 kesan.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Kiyanuş Cîhanpur di daxuyaniya xwe ya di televizyona dewletê da destnîşan kir ji ber Kovîd-19ê di rojekê da 63 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 7 hezar û 797an.
Kiyanuş Cîhanpur diyar kir 2 hezar û 516 nexweşên din hatine tesbîtkirin û hejmara nexweşan jî derket 151 hezar û 466an
Cîhanpur destnîşan kir rewşa 2 hezar û 527 kesan giran e û heta niha 118 hezar û 848 kes baş bûne.
Cîhanpur got eyaletên Îsfahan, Azerbaycana Rojhilat û Rojava, Loristan, Kirmanşah, Hurmizgan û Sîstan-Belucîstanê talûke zêde ye.
Li Îranê cara ewil di 19ê Sibatê da li bajarê Qûmê Kovîd-19 hatibû tesbîtkirin.