Dinya, Koronavîrus

Li Îranê di 24 saetên dawîn da 515 kes ji Kovîd-19ê mirin

Ahmet Dursun  | 04.09.2021 - Rojanekırın : 05.09.2021
Li Îranê di 24 saetên dawîn da 515 kes ji Kovîd-19ê mirin

Ankara

 Li Îranê hejmara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin di 24 saetan da 515 zêde bû û derket 110 hezar û 64an.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, di 24 saetên dawîn da 515 kes mirin, 20 hezar û 404 pêketiyên nû yên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 110 hezar û 64an, hejmara pêketiyan jî derket 5 milyon û 103 hezar û 537an.

7 hezar û 744 nexweşên Kovîd-19ê jî di beşa nexweşiya giran da tedawiyê dibînin.

Heta niha 19 milyon û 340 hezar û 385 kes doza ewil a aşiyê bûn, 9 milyon û 502 hezar û 679 kes jî doza duyem ya aşiyê bûn.

Bi tevahî 28 milyon û 843 hezar û 64 doz aşiya Kovîd-19ê li welêt hat kirin.

Li welêt 246 bajêr di kategoriya "sor", 144 bajêr di kategoriya "tûtik" û 58 bajêr jî di kategoriya "zer" da ne.

Ji hêla din di hefteyên dawîn da ji 300î zêdetir bajêr di kategoriya "sor" da bûn ku hejmara wan daket binê 250î.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın