Dinya, Koronavîrus

Li Îranê di 24 saetên dawîn da 207 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Haydar Şahin  | 25.09.2020 - Rojanekırın : 26.09.2020
Li Îranê di 24 saetên dawîn da 207 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Tahran

 Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) mirin di 24 saetên dawîn da 207 zêde bû derket 25 hezar û 222yan.

Sîma Sedat Lariya berdevka Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 207 kes mirin û 3 hezar û 563 kes jî bi vîrusê ketin.

Lariyê destnîşan kir ku bi vî awayî hejmara kesên ji ber vîrusê mirin derket 25 hezar û 222yan, hejmara pêketiyan jî derkete 439 hezar û 882yan.

Lariya Berdevk diyar kir ku rewşa 4 hezar û 23 pêketiyan giran e, hetanî nika 369 hezar û 842 pêketî jî piştî dermankirinê pak bûn û gihîştin siheta xwe.

Lariyê got ku li welêt hetanî nika 3 milyon û 879 hezar û 640 test kirin.

Berdevka Wezareta Tenduristiyê destnîşan kir ku li welêt ji 31 eyaletan 29 hebên wan di nav herêmê "xeternak" û "sor" da ne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın