Dinya

Li Îranê bi lerza 5,5ê erd hejiya

Haydar Şahin  | 23.05.2022 - Rojanekırın : 24.05.2022
Li Îranê bi lerza 5,5ê erd hejiya

Tahran

Li eyaleta Sîstan-Belûcistanê ku dikeve başûrê rojhilata Îranê, bi lerza 5,5ê erd hejiya.

Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê hat dayîn, navenda erdhejê li herêma Sercengelê ya Zahîdana paytextê Sîstan-Belûcistanê ye. Li gor saeta herêmî erd di 12.06ê da hejiya.

Hat gotin ku erdhej 16 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.

Midûrê Giştî yê Ofîsa Rêvebirina Krîzê ya Sîstan-Belûcistanê Elî Riza Şehrekî daxuyand, ji bo tesbîtkirina xesara ku ji ber erdhejê çêbû wan ekîb şandin herêmê.

Erdhej li Zahîdana paytextê eyaleta Sîstan-Belucistanê jî hat hîskirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın