Dinya, Koronavîrus

Li Îngiltereyê jimara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin derkete 1019an

Elif Irmak  | 28.03.2020 - Rojanekırın : 29.03.2020
Li Îngiltereyê jimara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin derkete 1019an

Greater London

 Li Îngiltereyê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin di rojekê da 260 kesên din zêde bû û derkete 1019an.

Li gor daxuyaniya Saziya Tenduristiya Gel a Îngiltereyê jimara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin ji 759an derkete 1019an.

Jimara weqayan jî 2 hezar û 510 zêde bû û derkete 17 hezar û 89an, heta niha ji bo 120 hezar û 776 kesan test hat çêkirin.

Di vê navberê da Alister Jackê Wezîrê Dewletê yê ji Îskoçyayê Berpirsyar e eşkere kir ji ber ku pê ra nîşaneyên nexweşiyê hebûn xwe hilda bin karantînayê.

Duh hatibû eşkerekirin ku testên Kovîd-19ê yên Serokwezîr Borîs Johnson û Wezîrê Tenduristiyê Matt Hancock pozîtîf derketiye.

Di 25ê adarê da bi werîsê tehta Îngiltereyê Prensê Gallerê Charles ra jî Kovîd-19 hatibû tesbîtkirin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın