Dinya

Li Îngiltereyê di çalakiyên dijî tevdîrên Kovîd-19ê da herî kêm 150 kes hatin binçavkirin

Türkan Tosun  | 29.11.2020 - Rojanekırın : 29.11.2020
Li Îngiltereyê di çalakiyên dijî tevdîrên Kovîd-19ê da herî kêm 150 kes hatin binçavkirin

Greater London

Li Londraya paytextê Îngiltereyê di çalakiyên dijî tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19ê) da herî kêm 150 kes hatin binçavkirin.

Navenda Polêsan a Metropolîtanê der barê xwepêşandana koma "StandUpX"ê ya ji bo dijî tevdîrên Kovîd-19ê û aşiyê Londrayê bi saeta herêmê di saet 20.00î da çêbû û heta şev dereng dewam kir da daxuyaniyeke nivîskî da.

Hat gotin ji bo kom necive hin tevdîr hatin hildan lê dîsa jî ji ber xwepêşandana wan, êrîşa wan a dijî polêsan û hewandina hişbirê herî kêm 150 xwepêşandêr hatin binçavkirin.

Serkomîser Stuart Bell daxuyand ev ji bo polêsan rojeke zehmet bû, ji ber ku xwepêşandêran êrîşî polêsan kirine, trafîk dane sekinandin û qanûn binpê kirine ew hatine binçavkirin.

Koma "StandUpX"ê ji bo dijî tevdîrên Kovîd-19ê û aşiyê nivro li Londrayê civiyabû, polêsan mudaxaleya wan kiribû û bi sedan kes hatibûn binçavkirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın