Türkan Tosun
22 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2019
Ji ber êrîşên rejima Esed, Rûsya û komên Îran piştgiriyê dide wan ên li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê di nav 2 rojan da herî kêm 25 hezar sivîlan koçî xeta sînorê Tirkiye- Sûriyeyê kir.
Midûrê Kordînatoriya Mudaxeleya Sûriyeyê Mihemed Hallaj daxuyand ji ber êrîşên rejima Esed, Rûsya û komên Îran piştgiriyê dide wan ên li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê di nav 2 rojan da herî kêm 25 hezar sivîlan terka welatê xwe kir.
Hallaj got ji ber ku êrîşên esmanî û bejayî dewam dikin rêjeya koçê baş nayê zanîn, lê qasî ku hatiye tespîtkirin 25 hezar e.
Herî zêde ji çol û bestên navçeya Marratînnumanê koç tê dayîn.
Ji bo malbatên koç kirine hewcedarî bi betaniye, kon, nivîn, xwarin, cil û bergan heye.
Ji duh vir va hêzên rejimê bi êrîşên li ser Marratînnumanê û dora wî va 15 gund bi dest xistin.
Balafirên şer ên Rûsyayê duh şev êrîşî cihên sivîlan ên li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê kirin, di êrîşan da 5 sivîl hatin kuştin.
- Ji serê mijdarê vir va 205 hezar sivîlan koç kir
Hallaj got ji serê mijdarê vir va ji Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê 205 hezar sivîlan koç kir.
Hallaj anî ziman rejima Esed û Rûsya êrîşî nexweşxane, mizgeft, dibistan, mal û navendên xweparastinê dikin û dixwazin sivîl car din venegerin.
Qismeke mezin a sivîlan ên koç dikin xwe dispêrin cihên nêzîkî sînor ên wek Atme, Kah, Deyr Hesen û Kefer Lusînê. Ji bilî vê cihên darên zeytûnan lê heye, herêmên bi Mertalê Feratê û Herekata Çiqlê Zeytûnê va ji terorê hatine paqijkirin jî ji bo koçberan dibe sitargeh.
Di navbera Tirkiye û Rûsyayê da di 17ê îlona 2018an da peymanek hatibû îmzekirin. Ji wê demê vir va rejim û Rûsya êrîşên xwe didomînin. Di êrîşan da heta niha ji hezar û 300î zêdetir sivîl hatin kuştin. Ji cihên ku êrîş lê zêde ne di nav 2019an da ji milyonekî zêdetir sivîlî koçî xeta sînorê Sûriye û Tirkiyeyê kir.