Dinya

Li Yemenê di êrîşên dualî da 814 kes hatin kuştin

Çağrı Koşak  | 25.10.2021 - Rojanekırın : 25.10.2021
Li Yemenê di êrîşên dualî da 814 kes hatin kuştin

Istanbul

 Hat ragihandin, li Yemenê di encama pevçûnên hikûmet û hêzên hevpeymanê yên bi Hûsiyên Îran piştê dike da 814 kes hatin kuştin.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistana Siûdî (SPA), hêzên hevpeymanê li herêmên El-Kesara û El-Cewbe yên li rojavayê parêzgeha Marîbê di 72 saetan da 88 operasyon kirin.

Hat diyarkirin, di operasyonan da 36 wesayîtên eskerî hatin jinavbirin, zêdeyî 264 milîtanên Hûsî hatin berterefkirin.

Berdevkê Eskerî yê Hûsiyan Yehya es-Serî jî di civîna çapemeniyê da diyar kir, milîsên Hûsî 550 kes kuştin, 1200 kes birîndar kirin û 90 kes jî dîl girtin.

Serî wiha axivî, "Li parêzgehên Şewbe û Marîbê di operasyona Bihara Serkeftinê da bi temamî qadeke 3 hezar û 200 kîlometrekareyî hat rizgarkirin."

Li Yêmena ku ev demeke dirêj e îstiqrara siyasî tuneye, Hûsiyan ji îlona 2014an vir va paytexta Yêmenê Sana di serî da hin herêm kirine bin kontrola xwe. Hevpeymana di bin serkêşiya Erebistana Siûdî da jî ji adara 2015an vir va li dijî Hûsiyan piştgiriyê dide hikûmeta Yêmenê.

Li Yemenê di şerê ku 7 sal e didome da 233 hezar kes hatin kuştin. Li Yemena ku yek ji welatên herî xizan ên dinyayê ye, krîza însanî ya ji ber şerê navxweyî derketiye asteke tirsnak.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın