Ömer Erdem, Fadel A. A. Almaghari
20 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2026
Gelek Filistîniyên ku ji ber nebûna ceyran û înternetê nikaribûn li malên xwe maçê temaşe bikin, berê xwe dan kafe û her wiha kuçe û meydanên ekran lê hatine danîn.
Xezeyiyên ku milmilaneya Îspanya û Arjantînê bi kelecanî şopandin, piştî lêdana fîqa dawîn, bi çepik û tezahuratan şampiyontiya Îspanyayê pîroz kir.
Nûman Abdullahê ji peyamnêrê AAyê ra axivî, diyar kir ku Îspanya bi salan e piştgiriyê dide gelê Filistînê û lewma em kom bûn ku di fînalê da piştgiriyê bidin Îspanyayê.
Abdullah bal kişand ku gelê Filistînê, gelekî aştîxwaz e û lewma jî peyama ku ew dixwazin bidin aştî, desthevgirtin û yekîtiya bi wan gelan ra ye ku piştgiriyê didin wan.
Hanî Ebû Zerk jî diyar kir ku digel êrîşên Îsraîlê yên didomin û her wiha wêranî û şertên giran ên jiyanê, fînala Kûpaya Cihanî demkurt be jî moral da Xezeyiyan.
Ebû Zerk bal kişand ku ew li cem kes û welatên piştgirên Xeze û Filistînê ne û lewma di fînalê da wî piştgirî da Îspanyayê.
Mehmûd Diyabê ji temaşevanên maçê jî bangî civaka navneteweyî kir ku piştgiriya xwe ya ji bo gelê Filistînê bidomînin û bal kişand ku meseleya Filistînê, doza hevpar a hemû însanên azad e.
Ji aliyekî din va Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu û hin wezîrên Îsraîlî ragihandibûn ku di maça fînalê da ew ê li dijî Îspanyaya ku bertek nîşanî êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê dabû, piştgiriyê bidin Arjantînê.