Li Wisconsina eyaleta Amerîkayê di êrîşê çekdarî da 8 kes birîndar bûn

Ankara
Hat ragihandin ku li Wauwatosaya bajarê Wisconsina eyaleta Amerîkayê di êrîşa birin ser navendeke danûstendinê da herî kêm 8 kes birîndar bûn.
Barry Weberê Şefê Polêsên Wauwatosayê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku danê nîvro li navenda danûstanê ya Mayfair Mallê erîşkarekî bi sîlahê gule berî der û dorê da û yekê wan ji 18 salî piçûktir 8 kes birîndar bûn.
Weber destnîşan kir ku li gor ekîbên polêsan û şahidên bûyerê mêrekî 20-30 salî yê sipî êrîş kirî ye û lê digerin.
Weber destnîşan kir ku hê sedema êrîşê tam nizanin, li gor lêkolînên ewil êrîş ji ber niqaşekê derketiye û li ser îhtimala bi pîlan hatiye kirin disekinin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.