Dinya, Koronavîrus

Li welatên Ereban jî hejmara kesên vîrusa koronayê ketine zêde dibe

Ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hejmara kesên bi vê nexweşiyê ketin li Fasê gihîşt 638an, li Filistînê gihîşt 134an, li Kuweytê gihîşt 317an û li Lubnanê jî gihîşt 479an.

Türkan Tosun  | 01.04.2020 - Rojanekırın : 02.04.2020
Li welatên Ereban jî hejmara kesên vîrusa koronayê ketine zêde dibe

Rabat

 Ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hejmara kesên bi vê nexweşiyê ketin li Fasê gihîşt 638an, li Filistînê gihîşt 134an, li Kuweytê gihîşt 317an û li Lubnanê jî gihîşt 479an.

Wezareta Tenduristiyê ya Fasê daxuyand li welêt 21 kesên din jî bi vîrusa koronayê ketin û hejmar gihîşt 638an.

Hat gotin 24 kesên nexweş jî baş bûn.

- Filistîn

Berdevkê Hikûmeta Filistînê Îbrahim Mulhîm di daxuyaniya çapemeniyê da daxuyand li Şeriaya Rojava û Xeta Xezeyê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ketin gihîşt 134an.

Mulhîm got jê 9 kes karkerên li Îsraîlê dixebitîn, 12 kes li Xezeyê, yên mayîn jî li Şeriaya Rojava ne.

- Kuweyt

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Kuweytê Ebdula es-Sened ji rojnamevan ra daxuyand di 28 kesên din da jî Kovîd-19 hat tespîtkirin.

Sened got li welêt hejmara kesên bi vîrusa koronayê ketin gihîşt 317an, 80 kes jî baş bûn.

- Lubnan

Li gor daneyên li ser malpera Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê tên weşandin li welêt di 16 jî kesên din da jî Kovîd-19 hat tespîtkirin û hejmar gihîşt 479an.

Hat gotin ji ber vîrusê 12 kes mirin û 37 nexweş jî baş bûn.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın