Dinya, Koronavîrus

Li welatên Amerîkaya Latîn geşedanên der barê şewba vîrusa koronayê da

Li welatên Amerîkaya Latîn hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) dimirin û bi vîrusê dikevin zêde dibe.

Türkan Tosun  | 24.11.2020 - Rojanekırın : 24.11.2020
Li welatên Amerîkaya Latîn geşedanên der barê şewba vîrusa koronayê da

Buenos Aires

Li welatên Amerîkaya Latîn hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) dimirin û bi vîrusê dikevin zêde dibe.

Ji ber şewbê di 24 saetan da li Brezîlyayê 302, li Meksîkayê 250, li Arjantînê 120, li Kolombiyayê 192, li Peruyê 46 û li Şiliyê 37 kes mirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê di 24 saetan da 302 kes ji ber vîrusê mirin, hejmara miriyan derket 169 hezar û 485an, hejmara pêketiyan jî 16 hezar û 207 zêde bû û gihîşt 6 milyon û 87 hezar û 608an.

LI bajarê Sao Pauloyê milyonek û 210 hezar û 625 pêketî hene û 41 hezar û 276 kes jî ji ber vîrusê mirine ku ev eyalet li welêt cihê ku herî zêde di bin tesîra vîrusê da maye tê nirxandin.

- Meksîka

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê li welêt ji ber vîrusa koronayê di 24 saetên dawîn da 250 kes mirin, 7 hezar û 483 pêketiyên nû hatin tespîtkirin.

Li welêt hejmara miriyan gihîşt 101 hezar û 926an, ya pêketiyan derket milyonek û 49 hezar û 358an, kesên ji vîrusê filitîne û baş bûne jî gihîşt 784 hezar û 693yan.

Li gor agahiyên di malpera "Worldometer" a ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike Meksîkaya ku nifûsê wê 126 milyonî zêdetir e ji hêla pêketiyên vîrusê va di rêza 11emîn da cih digire.

- Arjantîn

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Arjantînê li welêt ji ber vîrusa koronayê di 24 saetên dawîn da 120 kes mirin, hejmara miriyan gihîşt 37 hezar û 122yan, di 4 hezar û 625 kesan da vîrus hat tespîtkirin ku hejmara pêketiyan jî gihîşt milyonek û 374 hezar û 631ê.

Arjantina ku nifûsê wê 45 milyon e hejmara kesên ji vîrusê filitîn û baş bûn jî wek milyonek û 203 hezar û 800 hat eşkerekirin.

Arjantîna ku lê demeke dirêj karantîna hat kirin ji hêla pêketiyên vîrusê va li dinyayê di rêza 9emîn da cih digire.

- Kolombiya

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Kolombiyayê li welêt ji ber vîrusa koronayê di 24 saetên dawîn da 192 kes mirin, hejmara miriyan gihîşt 35 hezar û 479an.

Di 24 saetan da 6 hezar û 562 pêketiyên nû hatin tespîtkirin ku hejmara pêketiyan gihîşt milyonek û 254 hezar û 979an.

Milyonek û 158 hezar û 897 kes jî ji vîrusê filitîn û baş bûn.

Kolombiya ku nifûsê wê nêzîkî 50 milyonî ye ji hêla pêketiyên vîrusê va li dinyayê di rêza 10emîn da cih digire.

- Peru

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Peruyê li welêt ji ber vîrusa koronayê di 24 saetên dawîn da 46 kes mirin, hejmara miriyan gihîşt 35 hezar û 641ê.

Di 24 saetan da 404 pêketiyên nû hatin tespîtkirin ku hejmara pêketiyan gihîşt 950 hezar û 557an.

Li welêt 880 hezar û 645 kes jî ji vîrusê filitîn û baş bûn.

Peruya ku nifûsê wê nêzîkî 32 milyonî ye ji hêla pêketiyên vîrusê va li dinyayê di rêza 12emîn da cih digire.

- Şilî

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Şiliyê li welêt ji ber vîrusa koronayê di 24 saetên dawîn da 37 kes mirin, hejmara miriyan gihîşt 15 hezar û 106an.

Li welêt 1440 kes vîrusê ketin ku hejmara pêketiyan gihîşt 542 hezar û 80ê, hejmara kesên ji vîrusê filitîn û baş bûn jî derket 517 hezar û 524an.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.