Dinya, Koronavîrus

Li welatên Amerîkaya Latîn hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê dimirin zêde dibe

Abdullah Tel   | 28.02.2021
Li welatên Amerîkaya Latîn hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê dimirin zêde dibe

Bolivar

Li welatên Amerîkaya Latîn mirina ji ber şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) didome û hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê dimirin zêde dibe.

Di nav 24 saetên dawîn da li Brezîlyayê 1386, Meksîkayê 783, Arjantînê 59, Kolombiyayê 142, Perûyê 205, Şîliyê 76, Ekvadorê 66, Bolîvyayê 19 û Guatemalayê jî 26 kes ji ber şewba Kovîd-19ê mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tendûristiyê ya Brezîlyayê di nav 24 saetên dawîn da 1386 kes ji ber şewba Kovîd-19ê mirin û hejmara kesên sedema mirina wan Kovîd-19 bû jî gihîşt 254 hezar û 221, li seranserê welêt 61 hezar û 602 pêketiyên nû hatin tespîtkirin û hejmara kesên bi şewba Kovîd-19ê ketine jî derket 10 milyon û 517 hezar û 232an.

Brezîlya piştî Amerîka û Hîndîstanê di nav welatên ku pêketî lê herî zêde ne da cî digire û heta niha li welêt 9 milyon û 386 hezar û 440 kes jî pak bûn.

- Meksika

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di nav 24 saetên dawîn da li welêt 783 kes mirin û 7 hezar û 246 pêketiyên nû hatin tespîtkirin. Heta niha li welêt hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin bû 185 hezar û 257 û hejmara pêketiyan jî derket 2 milyon û 84 hezar û 128an û milyonek û 630 hezar û 2 kes jî baş bûn.

- Arjantîn

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Arjantînê di nav 24 saetên dawîn da li welêt 59 kes mirin û heta niha ji ber Kovîd-19ê 51 hezar û 946 kes mirin û bi tevahî 2 milyon û 104 hezar û 197 kes jî bi şewba Kovîd-19ê ketin.

- Kolombiya

Wezareta Tenduristiyê ya Kolombiyayê di daneyên weşand da ragihand ku di 24 saetên dawîn da bi mirina 142 kesên din va hejmara kesên li welêt Kovîd-19 bûye sedema mirina wan derket 59 hezar û 660î.

Ji welatên Amerîkaya Latîn ji ber şewba Kovîd-19ê heta niha li Perûyê 46 hezar û 299, li Şîliyê 20 hezar û 476, li Ekvadorê 15 hezar û 779, li Bolîvyayê 11 hezar û 628 û li Guatemalayê jî 6 hezar û 374 kes mirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.