Li tevahiyê dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ketin ji 20 milyonî derbas bû
Li tevahiya dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin ji 20 milyonî derbas bû.
Ankara
Li tevahiya dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin ji 20 milyonî derbas bû.
Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li dinyayê heta niha 20 milyon û 26 hezar û 161 kes bi vîrûsê ketin.
Li dinyayê hejmara herî zêde li Amerîkayê ye ku 5 milyon û 199 hezar û 444 kes bi Kovîd-19ê ketine.
Piştî Amerîkayê dewletên ku nexweş lê zêde ne wiha ye:
Brezîlya (3 milyon û 35 hezar û 582), Hindistan (2 milyon û 215 hezar û 74), Rûsya (887 hezar û 536), Afrîkaya Başûr (559 hezar û 859), Meksîka (480 hezar û 278), Peru (478 hezar û 24), Kolombiya (387 hezar û 481), Şilî (373 hezar û 56), Îspanya (361 hezar û 442), Îran (326 hezar û 712), Îngiltere (310 hezar û 825), Erebistana Siûdî (288 hezar û 690), Pakistan (284 hezar û 660), Bangladeş (257 hezar û 600), Îtalya (250 hezar û 566) û Arjantîn (246 hezar û 499).
Li Tirkiyeyê jî hejmara nexweşan derket 240 hezar û 804an.
Welatên ku hejmara nexweşan ji 100 hezarî derbas bûne jî wiha ye: "Almanya (217 hezar û 281), Fransa (197 hezar û 921), Iraq (150 hezar û 115), Filipîn (129 hezar û 913), Endonezya (125 hezar û 396), Kanada (119 hezar û 451) û Qeter (112 hezar û 947)."
Kovîd-19a li Wuhana bajarê Çînê derket ji 200î zêdetir welat û herêman belav bû.
Li seranserê dinyayê ji ber şewbê 734 hezar û 20 kes mirin. 12 milyon û 900 hezar û 625 kesên nexweş ketin baş bûn û 6 milyon û 391 hezar û 516 kes jî hê tên dermankirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.