Dinya, Koronavîrus

Li tevahiya dinyayê jimara kesên ku Kovîd-19 derbas kirin û qenc bûn ji 93 milyonî derbas bû

Li tevahiya dinyayê jimara pêketiyên ku şewba vîrusa korona ya nû (Kovîd-19) derbas kirin û baş bûn ji 93 milyonî derbas bû.

İbrahim Atmaca  | 08.03.2021 - Rojanekırın : 09.03.2021
Li tevahiya dinyayê jimara kesên ku Kovîd-19 derbas kirin û qenc bûn ji 93 milyonî derbas bû

Ankara

 Li tevahiya dinyayê jimara pêketiyên ku şewba vîrusa korona ya nû (Kovîd-19) derbas kirin û baş bûn ji 93 milyonî derbas bû.

Li gor malpera "Worldometers"ê ku daneyên ser Kovîd-19ê berhev dike, li dinyayê 4 welatên ewil ên ku herî zêde pêketî lê hatin dîtin, di heman demê da bûn welatê ku herî zêde nexweş lê baş bûn jî.

Li tevahiya dinyayê ji pêketiyên vîrusê 93 milyon û 5 hezar û 401 kes baş bûn.

Li Amerîkayê 20 milyon û 336 hezar û 656, li Hindistanê 10 milyon û 882 hezar û 798, li Brezîlyayê 9 milyon û 757 hezar û 178 û Rûsyayê 3 milyon û 922 hezar û 246 kesan nexweşî derbas kir û baş bûn.

Li Tirkiyeyê 2 milyon û 623 hezar û 924 pêketiyên Kovîd-19ê baş bûn.

Jimara kesên ku nexweşî derbas kirin li Îngiltereyê derket 3 milyon û 199 hezar û 565an, li Îspanyayê derket 2 milyon û 744 hezar û 664an, li Îtalyayê derket 2 milyon û 494 hezar û 839an, li Almanyayê derket 2 milyon û 310 hezar û 900î, li Kolombiyayê derket 2 milyon û 177 hezar û 199an, li Arjantînê derket milyonek û 945 hezar û 816an, li Meksîkayê derket milyonek û 670 hezar û 431yan, li Polonyayê derket milyonek û 494 hezar û 83yan û li Afrîkaya Başûr derket milyonek û 440 hezar û 874an.

Li tevahiya dinyayê 21 milyon û 882 hezar û 118 kes hê jî tên tedawîkirin.

Kovîd-19 li Wuhana bajarê Çînê derket holê û li 200î zêdetir welat û herêman bela bû.

Li tevahiya dinyayê jimara pêketiyan derket 117 milyon û 494 hezar û 91an, ji ber vîrusê 2 milyon û 606 hezar û 572 kes ji ber vîrusê mirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın