Li tevahiya dinyayê jimara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin ji 350 hezarî derbas bû
Li tevahiya dinyayê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin ji 350 hezarî derbas bû.
Ankara
Li gor malpera "Worldometer" a ku daneyên rojane yên der barê waqieyên nû yên li herêm û welatên ku lê Kovîd-19 tê dîtin berhev dike li tevahiya dinyayê jimara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 350 hezar û 22yan jimara waqieyan jî derket 5 milyon û 643 hezar û 983yan.
Ji ber Kovîd-19ê herî zêde mirov li Amerîkayê mirin, Amerîkayê heta niha 100 hezar û 187 kes mirin.
Piştî Amerîkayê welatên ku jimara miriyan herî zêde ye wiha ye:
Îtalya 32 hezar û 955, Fransa 28 hezar û 530, Îspanya 27 hezar û 117, Brezîlya 23 hezar û 622, Belçîka 9 hezar û 334, Almanya 8 hezar û 470, Meksîka 7 hezar û 633, Îran 7 hezar û 508, Kanada 6 hezar û 637, Hollanda 5 hezar û 856 û Çîn 4 hezar û 634.
Welatên ku jimara miriyan ji 1000î zêdetir e wiha hat rêzkirin:
"Tirkiye (4 hezar û 397), Hindistan (4 hezar û 349), Swêd (4 hezar û 125), Rûsya (3 hezar û 807), Perû (3 hezar û 629), Ekvador (3 hezar û 203), Swîsre (1915), Îrlanda (1615), Endonezya (1418), Portekîz (1342), Romanya (1216), Pakistan (1197) û Polonya (1024).”
2 milyon û 408 hezar û 444 pêketiyên vîrusê baş bûn û 2 milyon û 517 hezar kes hê jî tên dermankirin.