Dinya

Li Terhûneya Lîbyayê zîndanên êşkenceyê yên milîsên Hefter derketin holê

Li Terhûneya bajarê Lîbyayê zîndanên êşkenceyê yên milîsên Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê welêt hatin dîtin.

Haydar Şahin  | 08.07.2020 - Rojanekırın : 09.07.2020
Li Terhûneya Lîbyayê zîndanên êşkenceyê yên milîsên Hefter derketin holê

Istanbul

 Li Terhûneya bajarê Lîbyayê zîndanên êşkenceyê yên milîsên Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê welêt hatin dîtin.

"February"ya televizyona li Trablusê weşanê dike dîmenên zîndanên qasî ku meriv dikare tê da rûnê, deriyên wan ji hesin hatine çêkirin û milîsên Hefter mixalif tê da girtine weşand.

Di xeberê da zîndan wekî "firinên merivan" hat binavkirin, hat destnîşankirin ku li ser van hucreyan agir dadidan û girtiyê di hundir da di nav germê da dihîştin û lê êşkence dikirin.

Dîsa di xeberê da hat gotin ku terorîstên endamê eşîra Kaniyê ya girêdayî milîsên Hefter ev zîndan çêkirine, welatiyên Lîbyayê dema dîmen temaşe kirin bertek nîşanî vê hoviyê dan.

- Encamên li ser medyaya civakî yên ji ber dîmenan

Bikarhênerên medyaya civakî yên ji Lîbyayê bertek nîşanî dîmenan dan.

Bikarhênerekê medyaya civakî zîndanên Hefter wekî "kampên komkirinê" yên Hîtler ji bo Cihûyan ava kiribûn nirxand, yekê din jî karê ku milîsan kirine wekî "hlokost"ê nirxand.

Wezareta Karên Derva ya Lîbyayê di daxuyaniya xwe ya duh da diyar kiribû ku Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ji bo li ser sûcên milîsên Hefter li Lîbyayê kirine lêkolînê bikin ew ê heyetê bişîne welêt.

Neteweyên Yekbûyî diyar kiribû ku ji ber mayînên milîsên Hefter li başûrê Trablusê bi cî kiribûn 138 kes mirin an birîndar bûn.

Artêşa Lîbyayê di 5ê hezîranê da Terhûne ji milîsên Hefter paqij kiribû û hildabû kontrola xwe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın