Dinya

Li Terhûneya bajarê Lîbyayê ya ji destê milîsên Hefter hatibû xilaskirin xebatên kolandina gorên komî dewam dike

Türkan Tosun, Haydar Şahin  | 30.06.2020 - Rojanekırın : 01.07.2020
Li Terhûneya bajarê Lîbyayê ya ji destê milîsên Hefter hatibû xilaskirin xebatên kolandina gorên komî dewam dike

Trablus

 Li Terhûneya bajarê Lîbyayê ya ku ji destê milîsên Xelîfe Hefter ên nemeşrû hatibû xilaskirin pêr 9 cesedên din jî hatin dîtin û xebatên kolandina gorên komî dewam dikin.

Li Terhûneya ku milîsên Hefter ji xwe ra wek navenda êrîş û îkmalê bi kar dianîn xebata kolandina gorên komî dewam dike ku niha li herêma er Rabitê zêdetir lêkolîn tê kirin.

Midûrê Tîma Saziya Lêgerîn û Tespîta Windayan Lutfî el-Misratî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew di bin nezareta Serdozgeriyê da xebatên kolandinê dikin.

Misratî wiha axivî: "Me pêr 9 cesed derxist. Ji vê gora komî 19 cesed hatin derxistin. Pisporên tipa adlî, ekîbên beşa kujeriyê û xebatkarên tenduristiyê jî bi me ra dixebitin."

Li gor rayedarên Serdozgeriya Trablusê ev eraziya ku gora komî lê hatiye kolandin ji hêla komeke milîsên Kaniyatê ya girêdayî Hefter va hatiye dagirkirin.

- Dibe ku zêdetir cesed bên dîtin

Rayedaran got xwediyê eraziyê di 2018an da gilî li wan kiriye ku dest dane ser eraziyê wî û hat gotin hin cesedên ji vê gora komî hatine derxistin dibe ku eqrebayên wî bin.

Pisporan got destê hin cesedan girêdayî ye û ew li goreke 200 mêtro fireh û 75 mêtro ber da hatine çalkirin ku piştî xebatan dibe ku ew zêdetir cesedan li vir bibînin.

Di gelek nûçeyan da hatibû gotin ku hêzên Kayînatê yên girêdayî Hefter li Terhûneyê eşîr û malbatên mixalif an jî yên wek reqîbê xwe dibînin dikujin.

- Li Lîbyayê rêjeya sûcên şer zêde dibe

Xelîfe Hefterê darbekar di 4ê Nîsana 2019an da ferman dabû milîsên xwe ku ew bi zora çekan Trablusê bi dest bixin û piştî vê li welêt pevçûn û tundiyê dest pê kiribû.

Milîsên Hefter heta Hezîrana 2020an li paytext Trablusê êrîşên xwe bê navber domandin.

Artêşa Libyayê di 4ê Hezîrana 2020an da Trablus û paşê jî bajarê Terhûneyê ji destê milîsan rizgar kir.

Lêbelê li pey rêça sûcê şer û xirabkirina ji ber şerê Hefter dabû destpêkirin ku rêveberiya welêt bi dest bixe ma.

Artêşa Lîbyayê di 5ê hezîranê da Terhûne ji Milîsên Hefter xilas kir û diyar kir ku li nexweşxaneya bajêr 106, li kontynera nexweşxaneyê da 26 cesed dîtin. Hat ragihandin ku hin cesed yên jin û zarokan e û li ser wan rêça êşkenceyê heye.

Ekîbên tipa edlî di 8ê hezîranê da li Awateya herêma li başûrê Terhûneyê ji bîra avê ya 45 mêtre kûr 5 cesed derxistin.

Meqamên Lîbyayê di 10 hezîranê da diyar kir ku ji hewşa navenda polêsan a li Terhûneyê 3 cesed derxistin.

Wekî mayîn hat destnîşankirin ku li herêma Qesr bîn Xeşîrê ya li başûrê peytextê welêt di konteynerekê da ji 10î zêdetir cesedê jin û zarokan derxistin û hejmar tam nehat dayîn.

- Hikûmeta Libyayê bangî civaka navneteweyî kir

Fayîz Seracê Serokwezîrê Lîbyayê bangî Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (UCM) ya li Laheya bajarê Holandayê kir ku bira ji bo lêkolîna li ser sûcên milîsên Hefter kirine ekîbê bişîne.

Serac soz da ku ew ê hemû piştgiriyê bidin ekîba were şandin û got ji ber ku kirin bêyî ceza dimînin "milîsên Hefter sûcên ji nijadkujiya Ruanda û Bosna-Hersekê û sûcên Naziyan kirin vir da nehatine dîtin dikin."

Liz Throssella Berdevka Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan ya NYyê (OHCHR) daxuyanî dabû nûçegihanê AAyê û gotibû, "Ofêsa Mafên Mirovan a NYyê piştî dîtina merzelên komî yên li Terhûneyê û dorberê wê kete nav fikaran."

Throssella Berdevk bi bîr xist ku Konseya Mafên Mirovan a NYyê di 22yê hezîranê da biryar da ku ji bo lêpirsîna li ser binpêkirina mafan ya li Lîbyayê misyona lêkolînê were avakirin, bi heman awayî Serwêsa Mafên Mirovan a Misyona Piştgiriya Lîbyayê ya NYyê (UNSKIL) li gor lazimiya wezîfeya xwe binpêkirina mafên mirovan a li Lîbyayê teqîb dike û dixe rapor.

Fatou Bensoudaya Serdozgera Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (UCM) di daxuyaniya xwe ya 22yê hezîranê da got ku dikarin merzelên komî jî tevlî çarçoveya lêkolîna li ser Lîbyayê dewam dike bikin.

Bensoudaya Serdozger di daxuyaniya nivîskî da diyar kiribû ku agahiyên pêewle hildan ku li Terhûneya ji milîsên Hefterê derbekar hat xilaskirin 11 merzelên komî hatin dîtin

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın