Tolga Akbaba
28 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2026
Li Tehrana paytextê Îranê li cihê ku Kolana Cumhurî û Kolana Welîesrê dibin yek, afîşa bi resmê Donald Trumpê Serokê DYAyê û û nivîsa "Tolhildan teqez e" hat daliqandin.
Di afîşa qerase da ya ku li cihê ku Kolana Cumhurî û Kolana Welîesrê dibin yek hatiye daliqandin, "destên ku ketine xeneqa Trumpê Serokê DYAyê" dixuyên.
Li ser afîşê jî gotinên "Ji bo şehîdên mezlûm ên keştiya Denayê, ji bo tolhildana xwîna rêberê me, ji bo kesên xaniyên wan wêran bûne, ji bo zarokên Mînabê, ji bo gelê mezlûm ê başûr tolhildan teqez e." hatine nivîsîn.