Dinya

Li Sûriyeyê ji 14 hezarî zêdetir kes bi îşkenceyê hatin kuştin

Şaxa Mafên Mirovan a Sûriyeyê daxuyand qasî ku hatiye tespîtkirin ji destpêka şerê navxweyî vir va jê gelek ji hêla rejima Beşar Esed tevahî 14 hezar û 227 sivîl bi îşkenceyê hatine kuştin

Türkan Tosun  | 26.06.2019 - Rojanekırın : 27.06.2019
Li Sûriyeyê ji 14 hezarî zêdetir kes bi îşkenceyê hatin kuştin

İdlib

Şaxa Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) daxuyand qasî ku hatiye tespîtkirin ji adara 2011an vir va jê gelek ji hêla rejima Beşar Esed tevahî 14 hezar û 227 sivîl bi îşkenceyê hatine kuştin.

SNHRyê ji ber 26ê Hezîranê Roja Piştevaniya Navneteweyî ya bi Mexdûrên Îşkenceyê rapor weşand.

Li gor raporê li Sûriyeyê ji adara 2011an a ku serhildana gel dest pê kir vir va jê 177 zarok, 62 jin tevahî 14 hezar û 227 sivîl bi îşkenceyê hatin kuştin. 

Jê 173 zarok, 45 jin tevahî 140 hezar û 70 sivîl ji hêla rejima Beşar Esed va bi îşkenceyê hatine kuştin.

YPG/PKKya rêxistina terorê jî jê yek zarok, 2 jin tevahî 43 sivîl bi îşkenceyê kuşt.

DEAŞa rêxistina terorê jî jê yek zarok, 14 jin tevahî 32 sivîl bi îşkenceyê kuşt.

Kesên nasnameya wan nediyarin jî dîsa bi îşkenceyê 15 sivîl kuştin.

Di raporê da hat gotin ev hejmar yên hatine tespîtkirin in, hejmara rastîn ji vê zêdetir e.

Ji bilî îşkenceyên di girtîgehan da tên kirin behsa rewşa hucreyan, tenduristiyê, xwarin û xewa kêm a girtiyan jî hat kirin û hat gotin ev dibin sedema nexweşiyên derûniyê.

SNHRyê di 30yê nîsanê da jî daxuyaniyek dabû û gotibû bi sedhezaran kesên ku ji hêla rejimê va hatine girtin jê 890 kes di girtîgehan da mirine, ji gulana 2018an vir va ji daîreyên nifûsê ra agahî tê dayîn.

Çavkaniyên mixalif dibêjin niha di girtîgehên rejimê û navendên lêpirsînê da herî kêm 500 hezar kes hene.




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın