Dinya

Li Somaliyê di êrîşa terorê da 6ê wan Tirk 15 kes birîndar bûn

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca: "Rewşa 2 welatiyên me cidî ye, emeliyata wan dewam dike."

Haydar Şahin  | 18.01.2020 - Rojanekırın : 19.01.2020
Li Somaliyê di êrîşa terorê da 6ê wan Tirk 15 kes birîndar bûn

Ankara

 Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca diyar kir ku di êrîşa terorê ya li Somaliyê da 6 jê Tirk û 9 jê ji Somaliyê 15 kes birîndar bûn û got, "Ji welatiyên me yên ku di êrîşa li Somaliyê da birîndar bûn rewşa 2 kesan cidî ye, emeliyeta wan dewam dike."

Wezîr Koca der barê êrîşa terorê ya li Somaliyê da li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da.

Koca destnîşan kir ku di êrîşa terorê ya li Somaliyê da 6 jê Tirk û 9 jê ji Somaliyê 15 kes birîndar bûn û wiha pê da çû:

"Dermankirina birîndaran li Nexweşxaneya Lêkolîn Perwerdeyê ya Recep Tayyîp Erdogan a li Mogadîşuyê dewam dike. Rewşa 2 welatiyên me cidî ye, emeliyata wan dewam dike. Wekî mayîn rewşa 4 welatiyên Somaliyî jî giran e. Em Balyozxaneya xwe ra îstişareyê dikin, balafirambuansa me amade ye ku di dema hewcedariyê da derkeve rê. Em vê êrîşa bêbext şermezar dikin, Xwedê şifayê bide birîndarên me."

Wezareta Karên Derva êrîşa terorê ya li Somaliyê şermezar kir

Wezareta Karên Derva ragihand êrîşa terorê ya li Somaliyê ku tê da 6 welatiyên Tirkiyeyê birîndar bûn, şermezar dikin û rewşa birîndaran jî ji nêz va dişopînin.

Di daxuyaniya wezaretê da wiha hat gotin: "Em vê êrîşa terorê ya ku îro li herêma Afgoyê bi wesayîta bombebarkirî hat kirin û welatiyên Tirkiyeyê jî di nav da gelek kes birîndar bûn, şermezar dikin."

Hat gotin ku di êrîşê da şantiyeya şirketeke Tirk wek hedef hatiye hilbijartin û hat gotin ku Tirkiye li cem hikûmeta Somaliyê û gelê Somaliyê cih digire û daxuyanî wiha dewam kir: "Tirkiye piştgiriya xwe ya ji bo ku li Somaliyê aştî û îstiqrar di demeke kurt da bi cih bibe, welêt pêş bikeve û aramî zêde bibe, dida wê biryardarî bidomîne. Balyozxaneya me ya Mogadîşuyê jî rewşa birîndarên welatiyên Tirkiyeyê ji nêz va dişopîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın