Dinya, Koronavîrus

Li seranserê dinyayê hejmara kesên ji Kovîd-19ê filitîne ji 33 milyonî derbas bû

Nihat Kavşut  | 30.10.2020 - Rojanekırın : 30.10.2020
Li seranserê dinyayê hejmara kesên ji Kovîd-19ê filitîne ji 33 milyonî derbas bû

Ankara

 Li seranserê dinyayê hejmara kesên ji vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) filitîne ji 33 milyonî derbas bû.

Li gor agahiyê malpera "Worldometer"ê ku daneyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike li seranserê dinyayê hejmara kesên ji Kovîd-19ê filitîne derket 33 milyon û 2 hezar û 635an.

Li gor daneyan 5 dewletên ewil yên ku hejmara kesên baş bûne lê zêde ne wiha ye:

Hindistan 7 milyon û 373 hezar û 375, Amerîka 5 milyon û 983 hezar û 345, Brezîlya 4 milyon û 954 hezar û 159, Rûsya milyonek û 186 hezar û 41 û Kolombiya 950 hezar û 348.

Li Tirkiyeyê heta 29ê Cotmehê hejmara kesên ji Kovîd-19ê filitîne derketiye 320 hezar û 762.

Ji ber şewba Kovîd-19ê ku li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket û li hemû dinyayê belav bû li seranserê dinyayê heya niha 45,3 milyonî zêdekir kes nexweş ketine û ji milyonek û 186 hezarî zêdetir ker jî mirine.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın