Dinya, Koronavîrus

Li seranserê dinyayê hejmara kesên ji Kovîd-19ê xilas bûne ji 175 milyonî derbas bû

Büşra Selvi Öğütcen   | 21.07.2021
Li seranserê dinyayê hejmara kesên ji Kovîd-19ê xilas bûne ji 175 milyonî derbas bû

Ankara

Li seranserê dinyayê hejmara kesên ji vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) xilas bûne ji 175 milyonî derbas bû.

Li agahiyên malpera "Worldometers"ê ku agahiyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike 175 milyon û 57 hezar û 808 kesên nexweş ketine baş bûne.

Li gor agahiyan li Hindistanê 30 milyon û 390 hezar û 687, li Amerîkayê 29 milyon û 435 hezar û 171 û li Brezîlyayê 18 milyon û 124 hezar û 621 kes baş bûne.

Li Tirkiyeyê heya niha 5 milyon û 395 hezar û 300 kes baş bûne.

Li seranserê dinyayê 13 milyon û 200 hezar û 686 kes jî hê tên dermankirin.

Hejmara kesên baş bûne li Fransayê 5 milyon û 663 hezar û 776, li Rûsyayê 5 milyon û 404 hezar û 797, li Kolombiyayê 4 milyon û 422 hezar û 866, li Arjantînê 4 milyon û 420 hezar û 995, li Îngiltereyê 4 milyon û 411 hezar û 839, li Îtalyayê 4 milyon û 115 hezar û 889, li Îspanyayê 3 milyon û 676 hezar û 323, li Almanyayê 3 milyon û 642 hezar, li Îranê 3 milyon û 185 hezar û 946, li Polonyayê 2 milyon û 653 hezar û 34, li Endonezyayê 2 milyon û 356 hezar û 553, li Ukraynayê 2 milyon û 182 hezar û 502, li Meksîkayê 2 milyon û 104 hezar û 298 û li Afrîkaya Başûr 2 milyon û 85 hezar û 119 e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın