Dinya, Koronavîrus

Li seranserê dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine ji 5 milyon û 200 hezarî derbas bû

Li seranserê dinyayê hejmara kesên bi şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketine ji 5 milyon û 200 hezarî derbas bû.

Nihat Kavşut   | 22.05.2020
Li seranserê dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine ji 5 milyon û 200 hezarî derbas bû

Ankara

 Li seranserê dinyayê hejmara kesên bi şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketine ji 5 milyon û 200 hezarî derbas bû.

Li gor agahiyên malpera "Worldometer"ê ku daneyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike li seranserê dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derket 5 milyon û 207 hezar û 910an.

Hejmara nexweşan herî zêde li Amerîkayê hene û li welêt milyonek û 621 hezar û 196 kes bi Kovîd-19ê ketine.

Piştî Amerîkayê Rûsya (326 hezar û 448), Brezilya (310 hezar û 921), Îspanya (280 hezar û 117), Îngilistan (250 hezar û 908), Îtalya (228 hezar û 6), Fransa (181 hezar û 826) û Almanya (179 hezar û 21) tê.

Li Tirkiyeyê hejmara nexweşan derket 153 hezar û 548an.

Li gor Worldometerê dewletên ku hejmara nexweşan ji 50 hezarî derbas bûye ev in:

"Îran (129 hezar û 341), Hindistan (118 hezar û 501), Peru (108 hezar û 769), Çîn (82 hezar û 971), Kanada (81 hezar û 324), Erebsitana Siûdî (65 hezar û 77), Meksika (59 hezar û 567), Şilî (57 hezar û 581), Belçika (56 hezar û 235) û Pakistan (50 hezar û 694)."

Kovîd-19a ji Wuhana bajarê Çînê derket ji 200î zêdetir dewlet û herêman belav bû.

Ji ber Kovîd-19ê li seranserê dinyayê 334 hezar û 848 kes mirin, 2 milyon û 83 hezar û 393 kesên bi şewbê ketibûn baş bûne û 2 milyon û 780 hezar û 514 kes jî tên dermankirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın