Dinya

Li ser sînorê Sûriye-Iraqê dijî terorîstên Îran piştgiriyê dide êrîşa esmanî hat kirin

Eşref Musa, Mohamad Misto  | 12.10.2021 - Rojanekırın : 12.10.2021
Li ser sînorê Sûriye-Iraqê dijî terorîstên Îran piştgiriyê dide êrîşa esmanî hat kirin

Ebu Kemal

 Li navçeya El Bukemalê ya li ser sînorê Sûriye-Iraqê dijî terorîstên Îran piştgiriyê dide wan yên di nav refên rejima Beşşar Esed da ne 3 êrîşên esmanî hatin kirin.

Li gor agahiya çavkaniyên herêmî yên AAyê bi dest xist, li rojhilatê navçeya El Bukemalê ya girêdayî bajarê Dêrazorê dijî hêzên Îran piştgiriyê dide wan bi SÎHAyan va êrîş hat kirin.

Piştî êrîşa ku nayê zanîn kîjan welatî kiriye 7 teqîn çêbûn û hat gotin mirî û birîndar hene.

Nîv saet beriya van êrîşan li Şeddadiya bajaroka Hesekeyê ya di bin dagirkeriya YPG/PKKya rêxistina terorê da ye bi moşekê va êrîşî qada xazê hat kirin û 3 wesayît şewitîn.

Di 14ê hezîranê da jî dîsa li El Ebukemalê êrîşî baregeha Parêzvanên Şoreşa Îranê hatibû kirin, di 15ê hezîranê da jî êrîşî 3 wesayîtên wan hatibû kirin. Di herdu êrîşan da 3 kes miribûn û 4 kes jî birîndar bûbûn.

- Hebûna komên Îran piştgiriyê dide yên li Dêrazorê

Dêrazor li ser sînorê Sûriye û Iraqê ye. Ji Îranê bigire heta Lubnanê ji hêla bejayiyê va pireyekê ava dike. Xetên boriyan û rêyên bazirganiyê yên ji Iraqê û Urdunê tên ji vir derbas dibin.

Di mijdara 2017an da dema DEAŞ ji vir vekişiya navenda bajêr û rojavaya wê bi piştgiriya Rûsya û komên Îran piştgiriyê dide kete destê rejima Esed.

Komên Îran piştgiriyê dide wan li Dêrazorê ya ku Erebên Sunî lê dijîn hêza xwe xurt kirine.

Li vir Parêzvanên Şoreşa Îranê ji komên ji Îran, Iraq, Lubnan, Efxanistan û Pakistanê ra serkêşiyê dikin.

Axên Dêrazorê yên li rojhilatê Çemê Feratê jî bi piştgiriya Amerîkayê ji hêla YPG/PKKyê va hatiye dagirkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın