Dinya

Li Sûriyeyê malbata ku li kampê dijî dixwaze ku çar zarokên wan ên nebîna bên tedawîkirin

Bavê zarokan Cuma Hemas: "Em bi alîkariyan jiyana xwe didomînin. Tekane daxwaza min ew e ku zarokên min ên ku ji zikmakî nebîna ne bên tedawîkirin û wekî zarokên din bikarin şa bin"

Elif Irmak   | 21.01.2021
Li Sûriyeyê malbata ku li kampê dijî dixwaze ku çar zarokên wan ên nebîna bên tedawîkirin

Azez

Malbata ku xwe sipartiye kampên li Ezaza navçeya bajarê Helebê ji bo ku çar zarokên wan ên ku ji zikmakî nebîna ne bên tedawîkirin li benda alîkariyê ne.

Malbata ji 7 kesî pêk tê ji ber êrîşên rejima Esed û piştgirên wê û YPG/PKKya rêxistina terorê di sala 2016an da mecbûr ma ku ji dêr Hafîra navçeya Helebê koç bike û xwe sipart kampa Şemarikê ya Ezaza li sînorê Tirkiyeyê.

Malbata ku li kampê di kona 9 qeremêtroyî da têkoşîna jiyanê dide dixwaze ku zarokên wan jî wekî zarokên din bibînin.

Bav Cuma Hemas ji nûçegihanê AAyê ra behsa zehmetiyên ku dikşînin kir û got ku "Di sala 2016an da piştî êrîşên rejima Esed mecbûr mam ku mala lê hatim dinê û mezin bûm biterikînim. Paşê ji ber êrîşên YPG/PKKya rêxistina terorê min nekarî ku paşda vegerim."

Hemas got ku "Ev 4 sal e ez li heman kampê li heman komê bi 4 zarokên xwe yên nebîna, xanim û diya xwe ra dijîm. Ji ber nexweşiya xwe nikarim kar jî bibînim. Li herêmê derfetên kar gelekî kêm in. Em bi alîkariyan va jiyana xwe didomînin. Tekane daxwaza min ew e ku zarokên min nebîna bên tedawîkirin û bikarin wekî zarokên din şa bibin."

Hemas diyar kir ku jiyana kampê û konek tenê da jiyan gelekî zehmet e û got ku "Ez dixwazim ku vegerim cihên ku lê hatim dinê û mezin bûm û jiyaneke xweş derbas bikim."

Fadîle Hemasa 11 salî ku nebîna ye jî got ku "Ez li konê bi alîkariya malbata xwe dijîm. Dixwazim ku xwîşk û birayên xwe bibînim û bêyî ku kes alîkariya min bike bimeşim."

Dapîra zarokên nebîna Um Cumayê jî got ku "Dema ez neviyên xwe di vî halî da dibînim gelekî xemgîn dibim. Li kampê şert û mercên jiyanê gelekî dijwar in. Heke derfeta tedawiya wan hebe dixwazim ku bibînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın