Dinya

Li Sûriyeyê lîstika Selvayê ya di nav şer da dilîze fîlma "Jiyan Xweş e" tîne bîra mirovan

Fîlma "Jiyan Xweş e" ya ku mêrikek şer wekî lîstikekî nîşanî kurê xwe dide li Îdlibê bû bûyereke rastîn

Türkan Tosun   | 17.02.2020
Li Sûriyeyê lîstika Selvayê ya di nav şer da dilîze fîlma "Jiyan Xweş e" tîne bîra mirovan

Istanbul

 Evdila Mihemedê ji Îdliba bajarê Sûriyeyê ji ber şer reviyaye û xwe spartiye bajaroka Sarmadayê ya nêzîkî sînorê Tirkiyeyê ji bo ku şer tesîrê li ser derûniya qîza wî ya 4 salî neke tiştekî balkêş dike.

Dema dengê balafiran û guleyan tê Mihemed ji qîza xwe ra dibêje ev lîstikek e, dikene û nahêle qîza wî bitirse.

Mehmet Alganê di saziyeke alîkariyê da dixebite li ser medyaya civakî rewşa Selvaya 4 salî û malbata wê parve kir.

Algan di peyama xwe da vîdeoya Selvayê ya ew û bi bavê wê dilîzin parve kir û got "Ji bo ku hûn fêm bikin hewce nake hûn Erebî bizanibin." Di vîdeoyê da dengê guleyan tê, lê Selvaya biçûk û bavê wê dikenin.

Rewşa Selvayê û bavê wê fîlma bi navê "Jiyan Xweş e" tîne bîra mirovan. Di fîlmê da Şerê Dinyayê yê 2yemîn e, wek gelek kesan mêrikek Cihû û kurê wî yê biçûk jî hildidin dibin kampê. Mêrik ji bo ku kurê wî netirse şer wek lîstikekî nîşan dide û pê ra dilîze, dibêje heke ew lîstikê bi serkeftî temam bike ewê tankeke rastîn qezenc bike.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın