Dinya

Li Sûriyeyê hişkahiya herêma Kaniya Aştiyê nehişt ku dexl û den hêşîn be

Eşref Musa,Ethem Emre Özcan   | 16.06.2021
Li Sûriyeyê hişkahiya herêma Kaniya Aştiyê nehişt ku dexl û den hêşîn be

Tel Abyad

Li Sûriyeyê li herêma Herekata Kaniya Aştiyê îsal ji ber ku di demsala biharê da baran têra xwe nebarî û ji ber ku mesrefa avdêriyê zêde bû, xêr û bereketa dexl û denê mînanî ceh û genim kêm bû.

Îsal li bakurê Sûriyeyê şilî nebarî û hişkahiyê rû da. Cotkar û rêncberên herêma Herekata Kaniya Aştiyê jî destvala man.

Ji ber ku li herêmê ceyran têrê nake, di demên dawî da cotkaran berê xwe da berên ku dêmî hêşîn dibin. Ji ber ku îsal baran jî kêm barî, berên wan jî kêm bû.

Li navçeyên Til Ebyad û Resuleynê cotkaran îsal berên wek ceh, genim, baqil, nîsk û kîmyonê çandin. Lê tê gotin ku xêr û bereketa berên îsal li gor par nêvî nêvî kêm bûye.

Digel vê yekê ji ber ku çavkaniyên vejenê di destê YPG/PKKya rêxistina terorê da ye û gel ji van çavkaniyan mehrûm dike, dibe sedema zirara cotkarên ku dixwazin zeviya xwe av bidin. Cotkarên ku dixwazin zeviya xwe av bidin, mecbûrî mazotê biha dikirin.

Ji aliyê din va rêncberî jî seba gelê herêmê deriyê debarê yê duyem e û zirara rêncberan jî çêbû.

Par bi bihayê mihekê 4 ton ka û kes dihat kirîn, îsal bi bihayê 4 mihan tenê tonek ka û kes tê kirîn.

- "Tekane hêviya me ceyran e ku wê ji Tirkiyeyê bê"

Recep Musayê li Til Ebyadê cotkariyê dike ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li gor salên berê ji ber barana kêm û bihayê sotemeniyê hilberîna ber û dexl kêm bû.

Musa anî ziman îsal gelek kesan zeviya xwe nereşandiye, yên reşandine jî ji ber ku çandinî nebaş e ji zeviyê berhev nekirine û rasterast dane kesên heywanan xwedî dikin.

Musa got pergala avdanê ya bi tavê tê kirin bihaye û wiha axivî: "Di şer da aboriya cotkaran xelas bû. Ji bo havînê tekane hêviya me ceyran e ku wê ji Tirkiyeyê bê. Heke bihayê wê baş be çandinî wê pêşva here. Par me ji donimek zeviya genim 400-600 kîlo genim hildida, lê îsal 100-300 kîlo tê berhevkirin. Ev ji piştî ku 5 caran bê avdan ancax tê bidestxistin."

- "Îsal baran kêm e"

Ebdurezaq Huseyîn Eliyê Cotkar jî wiha got: "Îsal baran kêm e. Cotkar nikarin sotemeniyê bikirin. Par ji zeviyeke 10 donimî 4 ton beqla dihat berhevkirin, îsal me ancax nîvê wê hilda."

Ebu Mahirê Til Ebyadî jî anî ziman cotkar di nav şert û mercên giran da çandiniyê dikin û wiha dewam kir: "Makîneya zeviyê diçine par ji bo zeviyeke donimekî ji rekolteyê ji sedî 15 para xwe hildida, lê îsal ji sedî 3 parê hildide. Ev jî nîşan dide ku rewş ne baş e. Ji bo çareyê me pergala vejena tavê çêkir, lê ew jî pir biha ye."

- Bihayê kayê 6 qat zêde bû

Samîr Eliyê heywandar diyar kir ku gelê herêmê piştî cotkariyê bi heywandariyê debara xwe dike û wiha pê da çû: "JI ber hişkahiya îsal rewşa heywandaran baş nîne. Sala par tona kayê 50 hezar lireyê Sûriyeyê bû (139 lireyê Tirkiyeyê) îsal derkete 300 hezar lireyê Sûriyeyê (833 TL). Tona ceh û kapekê milyonek û 100 hezar lireyê Sûriyeyê (LS) (3 hezar û 55 TL). Em nizanin ku em ê vê havînê çito derbas bikin."

Elî destnîşan kir ku par pezek bi 600-700 hezar LSyê (1666-1944 TL), îsal jî dekate 200-300 LSyê (555-833 TL).

Elî got ji bo pêşketina heywadariyê dibê rêya îxracatê were vekirin, dibê meclisa herêmê piştgiriya alif bide.

- Piştgiriya ji bo heywandaran

Ehmed Ehmedê Midûrê Cotkariyê yê Meclisa Herêmî ya Til Ebyadê destnîşan kir ku ji bo beşera cotkaran baş bikin çareseriyan dinirxînin.

Ehmed got ji bo avdana zeviyan vejena tavê lazim e, bihayê wê giran e ji ber vê dibê piştgiriyê bidin cotkaran.

Ehmed destnîşan kir ku ava ji ber avdana cotkarên Eqçeqeleya navçeya Şanliurfayê dimîne bi kanalê tê Til Ebyadê û wiha pê da çû: "Li geliyên Xizayel, Ehmer Qeremoxê dibê ava ji Tirkiyeyê tê were nirxandin. Dibê gelî werin firekirin û bendavek were çêkirin. Hetanî havînê av badilhewa diçe, bira were nirxandin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın