Ömer Koparan, Muhammed Karabacak
25 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2026
Li Sûriyeyê li ser rêya Dêrazorê 2 otobusên rêwiyan li hev qelibîn, di encamê da da 35 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.
El-Îxbariyeya televizyona dewletê ya Sûriyeyê ragihand ku li ser rêya Dêrazorê, di navbera Suhne û Palmîrayê da 2 otobusên rêwiyan li hev qelibîn.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê, di qezayê da li gorî tesbîtên berahî, 35 kesan canê xwe ji dest da, 30 kes jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê û fikar heye ku hejmara miriyan zêde bibe.