Dinya

Li Şîliyê ji bo rê li ber çalakiyên tundiyê bê girtin tewdîrên nû hatin hildan

Bi mebesta ku bûyerên tundiyê yên li welêt ev 3 hefte ne dewam dikin kêm bibin û zirar zêdetir çênebe biryarnameya cezayên giran di nav xwe da dihewîne, dikeve rewacê

Abdullah Tel   | 08.11.2019
Li Şîliyê ji bo rê li ber çalakiyên tundiyê bê girtin tewdîrên nû hatin hildan

Buenos Aires

Serokê Dewleta Şîliyê Sebastian Pinera diyar kir ku wî bi armanca kêmbûna bûyerên tundiyê yên li welêt ev 3 hefte ne dewam dikin, biryarnameeyeke tê da cezayên giran hene, îmze kir.

Pinera li La Monedaya Qesra Serokatiya Dewleta Şîliyê civîna çapemeniyê li dar xist û qala pakêta tewdîran kir ku bi mebesta rê li ber bûyerên tundiyê yên welêt didomin, bigire, cezayên giran li kesên hizûra raya giştî serobin dikin û tevlî talanê dibin bibire.

Di axaftina xwe da Pinera qala kar û wezîfeyên sereke yên ku divê dewlet li hemberî welatiyan bi cih bîne kir û wiha pê da çû: "Ez dixwazim qala wê pakêtê bikim ku me bi mebesta rê li ber serobinkirina raya giştî bigire, kir rewacê. Em wisa bawer dikin ku ev pakêt di mijara parastina hizûra raya giştî da gelekî kêrhatî ye. Di van rojên welêt di nav zor û zehmetiyê da ye hin kesên ji vê sûd werdigrin hene. Ew ê cezayê giran li wan kesên tevlî bûyerên talanê bûne û kesên di çalakiyan da ji bo neyên naskirin rûyê xwe digirin bê birîn û ji bo vê jî me pêşnûmaya qanûnî ya wan tiştan di nav xwe da dihewîne amade kir."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın