Dinya, Koronavîrus

Li Rûsyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 877 hezarî derbas bû

Abdullah Tel  | 07.08.2020 - Rojanekırın : 08.08.2020
Li Rûsyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 877 hezarî derbas bû

Moskova

 Li Rûsyayê hejmara kesên bi şewba vîrusa koronayê ketin gihîşt 877 hezar û 135an û heta niha 14 hezar û 725 kes jî mirin.

Li gor daxuyaniya Navenda Kontrol û Rêlêgirtina Şewba Vîrusa Koronayê ya Rûsyayê di nav 24 saetên dawîn da bi 5 hezar û 241 kesî ra Kovîd-19 hat tesbîtkirin û hejmara waqieyan gihîşt 877 hezar û 135an.

Li welêt di nav rojekê da hejmara miriyan 119 zêde bû û gihîşt 14 hezar û 725an û 7 hezar û 235 kes jî pak bûn û hejmara rehetbûyiyan jî bû 683 hezar û 592an.

Li seranserê Rûsyaya ya ku cara ewil di 31ê Rêbendanê da Kovîd-19 lê hatibû tesbîtkirin heta niha ji 30 milyonî zêdetir test hatin kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın