Dinya

Li Rûsyayê di êrîşa ku li avahiya zanîngehê hat kirin da 8 kes hatin kuştin

Emre Gürkan Abay   | 20.09.2021
Li Rûsyayê di êrîşa ku li avahiya zanîngehê hat kirin da 8 kes hatin kuştin

Moskova

 Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê ragihand, di êrîşa biçek a ku li gor tesbîtê li Zanîngeha Permê xwendekarekî kir da herî kêm 8 kes hatin kuştin û birîndar hene.

Li gor daxuyaniya ku ji Zanîngeha Permê hat dayîn, di avahiya zanîngehê da kesekî bi çekê gule berdaye derdorê, personel û xwendekaran xwe di polan da veşartin.

Li gor dîmenên çapemeniya Ûris, kesên ku di avahiyê da ne, xwe ji caman ra davêjin û direvin, hinek jî li pêşiya deriyên polan sendelî wekî barîkat danîn.

Wezareta Karên Navxweyî daxuyand ku di êrîşê da kuştî û birîndar hene, piştî bûyerê êrîşkar hat berterefkirin.

Komteya Lêpirsînê ya Rûsyayê jî daxuyanî da û diyar kir, di êrîşa ku li Zanîngeha Permê hat kirin da herî kêm 8 kes hatin kuştin û birîndar hene.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku li gor tesbîtê êrîşkar xwendekarê zanîngehê ye û hatiye berterefkirin û der barê bûyerê da lêpirsîn hatiye vekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın