Dinya, Koronavîrus

Li Qibrîsa Bakur cara ewil kesek ji ber Kovîd-19ê mir

Haydar Şahin  | 28.03.2020 - Rojanekırın : 30.03.2020
Li Qibrîsa Bakur cara ewil kesek ji ber Kovîd-19ê mir

Lefkoşa

 Li Komara Tirk a Qibrîsa Bakur (KTQB) cara ewil kesek ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mir.

Di daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya Wezareta Tenduristiyê da hat diyarkirin ku turîstê 67 salî yê welatiyê Almanyayê yê li Nexweşxaneya Dr. Burhan Nalbantoglu ya Lefkoşeyê ji bo Kovîd-19ê dihat dermankirin, mir.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku nexweş demeke dirêj bû bi KOAHê ketibû û hîpertansiyona wî hebû.

Li KTQB cara ewil di 10ê adarê da di turîsteke 65 salî ya welatiya Almanyayê da Kovîd-19 hatibû tesbîtkirin. Hatibû ragihandin ku li welêt hetanî nika 61 kes bi Kovîd-19ê ketine.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın