Li Qerebaxê herêmên ku hatin rizgarkirin ji mayînan tên paqijkirin
Ankara
Li Qerebaxa ku Azerbeycanê ji dagirkeriya Ermenistanê rizgar kir, ji 27ê îlonê vir va 750 guleyên neteqiyayî û roket, nêzî 4 hezar û 500î mayînên dijepersonel, nêzî 2 hezarî jî mayînên dijetank hatin îmhekirin.
Midûrê Biryargeha Operasyonê yê Ajansa Paqijkirina Mayînan a Neteweyî ya Azerbeycanê (ANAMA) Îdris Îsmayilov bi çapemeniyê ra agahiyên ser paqijkirin û îmhekirina mayînên ser rêya navbera Terter û Sukovuşanê parve kirin.
Îsmayilov diyar kir ku di 10 kîlomêtre rêya navbera herdu bajaran da 10 roj in xebatên paqijkirina mayînan dewam dikin û 8 kîlomêtre ji mayînan hat safîkirin û wiha dewam kir, "Me heta niha 169 mayînên dijetank ên neteqiyayî û mayînên dije personel berteref kirin. Rê 10 kîlomêtre ye û me 8 kîlomêtreyên wê paqij kirin. Rêya mayî em ê di demeke kin da paqij bikin û bi temamî vekin."
Îsmayilov diyar kir, hêngî ku Azerbeycanê seba rizgarkirina axa Qerebaxê herekat daye destpêkirin û vir va mayîn tên paqijkirin û wiha dewam kir: "Ji 27ê îlonê vir va li herêmên ku ji dagirkeriyê hatin xelaskirin 750 fîşengên neteqiyayî û roket, nêzî 4 hezar û 500î mayînên dijepersonel, nêzî 2 hezarî mayînên dijetank hatin berterefkirin."
Îsmayilov daxuyand, ne tenê di rêyan da, li ser eraziyên çandiniyê, di nav daristanan û li taxên şêniyan jî xebatên paqikirina mayînan dewam dike û destnîşan kir ku li di nav niştewaran da talûkeya mayînan wê di nav 4-5 salan da kuta bibe.
Îsmayilov got ku heta niha nêzî 6 hezar û 500î mayînên dijetank û dijepersonel hatin îmhekirin û wiha dewam kir:
"Daristan, eraziyê çandiniyê û mêrg jî di nav da paqijkirina mayînên hemû eraziyan wê heta 10 salan dewam bike, lê ev nayê wê meneyê ku vegera van bajaran wê 10 salan bibîne. Di nav 4-5 salan da meriv wê vegerin ser axa bav û kalên xwe. Pêşiyê niştewar, paşê eraziyên çandiniyê wê ji mayînan werin paqijkirin."