Dinya, Koronavîrus

Li parzemîna Afrîkayê hejmara pêketiyên Kovîd-19 nêzîkî 2 milyon û 70 hezarî bû

Türkan Tosun  | 22.11.2020 - Rojanekırın : 23.11.2020
Li parzemîna Afrîkayê hejmara pêketiyên Kovîd-19 nêzîkî 2 milyon û 70 hezarî bû

Abuja

 Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin nêzîkî 2 milyon û 70 hezarî bû.

Li gor "Worldometer"a maplera daneyên Kovîd-19ê berhev dike li parzemînê di 24 saetên dawîn da hejmara kesên bi kovîd-19ê ketin 13 hezar û 422 zêde bû û derkete 2 milyon û 69 hezar û 252yan.

Hejmara kesên ji ber vîrusê mirin jî 314 zêde bû û derkete 49 hezar û 512yan.

Li parzemînê ji ber vîrusê herî zêde meriv li Afrîkaya Başûr mirin, li welêt 20 hezar û 845 kes mirin. Piştî vê li Misrê 6 hezar û 535 kes, li Fasê jî 5 hezar û 256 kes mirin.

Li Seyşel û Erîtreyê mirin nehat raporkirin.

Hejmara pêketiyan li Afrîkaya Başûr bû 765 hezar û 409 kes, li Fasê bû 320 hezar û 962 kes, li Misrê bû 112 hezar û 676 kes.

Li Afrîkayê milyonek û 743 hezar û 655 pêketî jî pak bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın