Li parzemîna Afrîkayê hejmara pêketiyên Kovîd-19 ji 2 milyon û 90 hezarî derbas bû
Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin ji 2 milyon û 90 hezarî derbas bû.

Abuja
Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin ji 2 milyon û 90 hezarî derbas bû.
Li gor "Worldometer"a maplera daneyên Kovîd-19ê berhev dike li parzemînê di 24 saetên dawîn da hejmara kesên bi kovîd-19ê ketin 10 hezar û 124 zêde bû û derkete 2 milyon û 92 hezar û 833yan.
Hejmara kesên ji ber vîrusê mirin jî 267 zêde bû û derkete 50 hezar û 72yan.
Li parzemînê ji ber vîrusê herî zêde meriv li Afrîkaya Başûr mirin, li welêt 20 hezar û 968 kes mirin. Piştî vê li Misrê 6 hezar û 560 kes, li Fasê jî 5 hezar û 396 kes mirin.
Li Seyşel û Erîtreyê mirin nehat raporkirin.
Hejmara pêketiyan li Afrîkaya Başûr bû 769 hezar û 759 kes, li Fasê bû 327 hezar û 528 kes, li Misrê bû 113 hezar û 381 kes.
Li Afrîkayê milyonek û 766 hezar û 63 pêketî jî pak bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.