Dinya, Koronavîrus

Li New Yorkê kesên ji ber Kovîd-19ê mirine li giravê komî tên binaxkirin

Haydar Şahin  | 10.04.2020 - Rojanekırın : 11.04.2020
Li New Yorkê kesên ji ber Kovîd-19ê mirine li giravê komî tên binaxkirin

Ankara

Li New Yorka bajarê Amerîkayê kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) dimrin bi komî li Girava Hartê tên binaxkirin.

Di xeberên çapemeniya Amerîkayê da hat diyarkirin ku karkerên ji bo binaxkirina kesên ji ber vîrusa koronayê mirin hatin girtin miriyan bi komî li Girava Hartê binax dikin.

Di dîmenên çapemeniyê weşandin da karkerên kincên parastinê li xwe kirine dikevin çalan û tabutan tê da bi cî dikin.

Mark Levîneyê Serokê Komisyona Tenduristiyê ya Meclisa New Yorkê di 6ê nîsanê da li ser hesabê xwe yê Twitterê peyam weşandibû û gotibû ji ber ku her roj hejmara miriyan zêde dibe dibe ku ji bo demekê miriyan li parkan binax bikin.

- "Wuhana Amerîkayê" New York

Li Amerîkayê nexweşî herî zêde li New Yorkê belav bû, li bajêr hejmara nexweşên bi Kovîd-19ê ketine ji hejmara nexweşên li Îtalyayê derbas bibû û gihîştibû 161 hezar û 504an.

Li New Yorkê ji ber vîrusê 7 hezar û 67 kes miribûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın