Li Misirê xwepêşandanên dijî rêvebiriyê şev jî dewam kir
Istanbul
Li Misirê li ser banga karsazê mixalif Mihemed Elî yê li sirgûnê dijî di 20ê îlonê da xwepêşandanên dijî rejimê dest pê kir û li bajarên Gîza û Asyotê şev dereng jî van çalakiyan dewam kir.
Li gor agahiyên medyaya civakî û malperên nûçeyan ên mixalîf ên Misirê komên xwepêşandêran li El Yada herêma Gîzayê dijî Serokomarê Misirê Ebdulfetah es Sîsî xwepêşandêrek li dar xistin.
Li herêma Kirdaseyê ya Kahîreyê şev bi sedan kes derketin kolanan. Xwepêşandêran dirûşmeyên "Sîsî zarokên we kuşt", "Sîsî ocaxa we kor kir" û "Sîsî ava we firot berz kirin.
Li bajarê Asyotê jî dîsa şev çalakî hatin kirin, dirûşme hatin berzkirin.
Xwepêşandêran bi telefonên xwe va dîmen û wêne kişandin, li ser kaxizekî 23yê Îlona 2020î nivîsandin û dîroka çalakiyê nîşandan.
Bi taybetî li Kahîre û Gîzayê polêsan bi xaza rondikrêj va midaxaleya xwepêşandêran kir.
Li gor çapemeniya nêzîkî rêvebiriyê li welêt aramî heye, merivguh nadin banga Mihemed Elî, dîmenên li ser medyaya civakî tên belavkirin yên berê ne.
Mihemed Eliyê mixalif par dîsa di meha îlonê da bangî gel kiribû ew dakevin kolanan û hin kesan guh dabûn wî û çalakî kiribûn.