Li Meksîkayê ji ber barana gumrah û lehiyan 42 kes mirin û 27 kes wenda bûn

BOGOTA (AA) - Li Meksîkayê ji ber barana gumrah lehî rabûn û li gorî encamên destpêkê, 42 kes mirin û 27 kes wenda bûn.

Di daxuyaniya Kordînatoriya Parastina Sivîlan a Neteweyî (CNPC) da hat destnîşankirin ku li eyaletên welêt ên Veracruz, Puebla, Hidalgo, Queretaro û San Luis Potosiyê ji ber barana gumrah lehî rabûn.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku li gorî tesbîtên ewil, 42 kes di ro da çûn û xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina 27 kesên wenda jî berdewam in.