Abdullah Tel
25 Mijdar 2020•Rojanekirin: 26 Mijdar 2020
Hat ragihandin ku li eyaleta Jalîscoyê ya rojavayê Meksîkayê dikeve gorek komî ya veşarî hat dîtin.
Li gor nûçeyên di çapemeniya welêt da weşiyan û daxuyaniya ku Dozgeriya Eyaletê da li bajarê El Saltoya ser Jalîscoyê di lêgerîna nav erdekî da goreke komî ya veşarî hat tespîtkirin û jê 113 cesed derketin.
Di lêkolînên ewil ên li ser cesedan hat kirin da 2 jê jin 30 kes ji alî malbatên xwe va hatin naskirin.
Ji bo tesptkirina nasnameya cesedên mayî jî xebat û lêkolîn dewam dike.
Di gor rapora Komîsyona Lêgerîna Neteweyî ya Wezareta Karên Navxweyî ya Meksîkayê weşand da hat gotin ku di navbera salên 2006-2020î da li Jalîscoyê 897 gorên veşarî hatin tespîtkirin.
Li seranserê welêt ji sala 2006an heta niha 4 hezar û 92 gorên veşarî hatin vekirin û ji wan goran 6 hezar û 900 cesed hatin derxistin.