Dinya

Li Meksîkayê 2 hezar koçberên hewl didan herin Amerîkayê winda bûn

Sinan Doğan   | 28.04.2021
Li Meksîkayê 2 hezar koçberên hewl didan herin Amerîkayê winda bûn

Bolivar

 Malbata 2 hezar koçberên ji El Salvador, Honduras, Nîkaragua û Guatemalayê rê ketine ku herin Amerîkayê daxuyandin eqrebayên wan li Meksîkayê winda bûne.

Federasyona Rêxistinên Mafên Mirovan a Kamuyê ya Meksîkayê (FMOPDH) der barê koçberan da raporek amade kir.

Di raporê da hat gotin koçber ji welatê xwe ji ber feqîrî, bêkarî û tundiyê revîne ku herin Amerîkayê û li wir jiyaneke baştir bijîn.

Hat gotin malbata 2 hezar koçberên ji El Salvador, Honduras, Nîkaragua û Guatemalayê rê ketine ku herin Amerîkayê daxuyandin eqrebayên wan li Meksîkayê winda bûne, li hemberî koçberan tundî tê kirin.

FMOPDHyê di raporê da got ji bo koçber bên parastin divê hevkariya navneteweyî û herêmî xurttir bibe.

Hat destnîşankirin Meksîka ji bo ku rê li ber koçberan bigire ji 8 hezarî zêdetir hêzên ewlehiyê li ser sînorê bakur û başûr bi cih kiriye, koçber jî ji ber vê rêyên din bi kar tînin û dibin nêçîra rêxistinên sûcê û ew tundiyê li ser koçberan dikin.

Bal hat kişandin ku rêxistinên hişbirê koçberan di karên giran da didin xebatê û kêm pereyan didin wan û ev jî binpêkirina mafên mirovan e.

Herî zêde ji Guatemala, Honduras û El Salvadorê koçber diçin Amerîkayê.

Şaxa Sînor û Parastina Gumrukê ya Amerîkayê di 2yê nîsanê da daxuyand di meha adarê da ji 171 hezarî zêdetir koçber li ser sînorê Amerîka-Meksîkayê hatine girtin ku ji sala 2006an vir va ev rêjeya herî zêde ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın